Rênimayî û pîvan

1 – Beşdarbûn:
Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Hewlêrê dê ji bo sînemakaran li seranserê cîhanê vekirî be. Divê film ser bi yek ji van beşan ve bin, çîrok, belgenameyî yan jî anîmasyon bin.
2 – Çawaniya pêşkeşkirinê:
Divê film bi awayekî dîcîtalî bi riya platforma me ya online bêne pêşkêşkirin.
3 – Proseya hilbijartinê:
Hemû filmên ku hatine pêşkêşkirin, ji aliyê komîteyeke taybet ve têne hilbijartin. Beşdarîkirin ji yekê Hezîranê dest pê dike û sînemakar dikarin forma beşdarîkirinê tije bikin.
4 – Pîvanên dadwerî:
Awayê gotina çîrokê: Zelalî, resenî û bandora wê li ser bîneran.
Derhênan: Lêhatîbûn di gotina çîrokan de bi wêne û ritmekî taybet.
Wêne: Kalîteya wêneyî, ronakî û kompozisyona wî.
Dîzayna deng: Zelalî, dahênan û yekkirina deng û mûzîkê.
Montaj: Çawaniya pêşkêşkirin û ritma bûyeran.
Performans: Kalîteyî û reseniya di derbirîna karekteran de.
Bandora giştî: Bandora li ser hest û hizira bîneran.
5 – Maf û Molet:
Bi pêşkêşkirina filmekî ji bo Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Hewlêrê, sînemakar mafê nîşandana film di dema çalakiyan de dide festîvalê.
Sînemakar di ber gerentîkirina hemû maf û moletên pêwîst ji bo filmê xwe berpirs in.
6 – Zanyariyên Zêdetir:
Sînemakar dikarin çend filman pêşkêş bikin lê divê her filmek cuda bê pêşkêşkirin. Ew filmên ku berî niha di festîvalên nava Kurdistanê de hatine nîşandan yan jî di kenalên kurdî de hatine weşandin, nikarin beşdar bibin.
Biryara komîteya hilbijartinê vebir e û ti kesek nikare daxwaza guherîna wê bike.

Yasa û Rêsa:
Ji kerema xwe van yasa û rênimayên xwarê bixwîne û ji bo pêşkêşkirina filmên xwe bi wan pabend be.
1 – Kirêya pêşkeşkirinê: Ji bo hemû beşên festîvalê bê beramber e.
2 – Hejmara filman: Filmsaz dikarin bi filmekî yan jî zêdetir ji filmekî beşdar bibin.
3 – Forma pêşkeşkirinê: Divê ji aliyê xwediyê film ve bê tijekirin.
4 – Pêdivî: Piştî tijekirina forma pêşkeşkirinê, ji kerema xwe van babetên xwarê bişînin:
* Kurteyekê li ser film.
* kurtevidyoyeke balkêş a film.
* Postera film.
5 – Mercên Ziman: Eger film ne bi zimanê Ingilîzî ye, divê jêrnivîsa Ingilîzî bê danîn.
6 – Dema Film: Divê dema film ji 30 xulekan kêmtir be.
7 – Awayê film: Pêwîst e film herî kêm bi awayê HD bê pêşkêşkirin.
8 – Kopîrayt: Pêwîste beşdarbûyên festîvalê pabendî yasayên kopîraytê bin ji bo hemû tiştên ku di nava film de hene.
9 – Rênimayên Naverokê: Nabe dîmenên tundûtîjî, nijadperestî û seksî di nava filman de hebin.

Têbînî: Her guhertinek di van yasa û rêsayan de çêbibe, em ê bi fermî li malpera xwe û li tevahiya malperên xwe yên torên civakî rabighînin.

Em bi kêfxweşiyeke zêde çaverêyên pêşkêşkirina filmên we ne û hêviya serkeftinê di Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Hewlêrê de ji we re dixwazin.

Recent Posts

    Recent Comments

    No comments to show.
    About Me

    Theresa Jordan

    Curabitur nec justo sit amet urna convallis viverra. Phasellus auctor id lectus vel tincidunt. Phasellus sed lorem id diam venenatis ullamcorper. Curabitur iaculis risus vitae magna eleifend, at auctor dolor ultricies. Sed rhoncus aliquam turpis, a hendrerit arcu.

    Latest Posts
    Sponsored


    Warning: Undefined array key "title-runtime" in /home/jinanu/hisfff.net/wp-content/plugins/noxe-core/widgets/title-listing.php on line 61
    New Movies & TV Shows
    Recent Comments
      Movie, TV Show, Filmmakers and Film Studio WordPress Theme.

      Press Enter / Return to begin your search or hit ESC to close

      By signing in, you agree to our terms and conditions and our privacy policy.

      New membership are not allowed.