Derbarê me de

Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Hewlêrê ku salane li peytexta Herêma Kurdistanê birêve diçe, derfetek e ji bo nîşandana Kurtefilman, herweha dîdara sînemakar û sînemadostan e ji bo haydarbûna bi berhemên herî nû yên kurdî û cîhanî. Di vê festîvalê de bi awayekî taybet, em ê awirekî li jinên sînemakar bidin ku ta niha nikarîne weke pêwîst di vê meydanê de rola xwe bibînin.
Em vê yekê jî jibîr nekin ku yek ji erkên herî girîng yên her festîvalekê, pêşxistina kultûra çûna sînemayê ye, da ku bîner bi hev re filman bibînin û li ser sînema û babetên filman gotûbêjan bikin. Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Hewlêrê kar ji bo belavkirin û pêşxistina kultûra dîtina filman li holên sînemayê dike.

Erk:

Ev festival di wê baweriyê de ye ku sînemaya kurdî ji aliyê forma hunerî ve weke pêwîst pêş neketiye, ji aliyê naverokê ve jî, bi piranî tenê babetan dubare dike. Yek ji riyên herî girîng ên çareserkirina van pirsgirêkan, dana derfetê bo nifşekî sînemakarên afrêner yê bi awayekî nûjen kar bike.
Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Hewlêrê, dixwaze bibe derfetek ji bo hevdîtina sînemakaran û destnîşankirina pirsgirêkên sînemaya kurdî, herweha hewldana dîtina çareseriyan.

Rêkar:

Riya herî girîng û bilez ya pêşxistina hunera sînemaya kurdî, peydakirin û kartêkerkirina nifşekî ciyawaz û nûjenkar e, ji ber vê yekê fokesa serekî ya vê festîvalê li ser ciwanan e. Nifşên berê yê sînemakarên kurd dikarin bi riya vê festîvalê ezmûn û zanyariyên xwe veguhêzin ciwanan. Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Hewlêrê di xula xwe ya yekemîn de, sînemakarên ciwan ên biyanî vedixwîne da ku sînemakarên navxweyî aşnayî rêbazên nû yên sînemaya cîhanî bibin, ji bo vê yekê jî em hewl didin Kurtefilman ên herî berçav û nû yên festîvalên bi nav û deng hilbijêrin û nîşan bidin.

Recent Posts

    Recent Comments

    No comments to show.
    About Me

    Theresa Jordan

    Curabitur nec justo sit amet urna convallis viverra. Phasellus auctor id lectus vel tincidunt. Phasellus sed lorem id diam venenatis ullamcorper. Curabitur iaculis risus vitae magna eleifend, at auctor dolor ultricies. Sed rhoncus aliquam turpis, a hendrerit arcu.

    Latest Posts
    Sponsored


    Warning: Undefined array key "title-runtime" in /home/jinanu/hisfff.net/wp-content/plugins/noxe-core/widgets/title-listing.php on line 61
    New Movies & TV Shows
    Recent Comments
      Movie, TV Show, Filmmakers and Film Studio WordPress Theme.

      Press Enter / Return to begin your search or hit ESC to close

      By signing in, you agree to our terms and conditions and our privacy policy.

      New membership are not allowed.