Xelat & Dadwer

Xelat & Dadwer:
Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Hewlêrê bi şanazî xelatên xwe yên çalakiyên îsal radigihîne. Di vê festîvalê de bi giştî 7 xelatên bi nav û deng têne dayîn ku ji van xelatên xwarê pêk tên:
Xelata Kurtefilman ji bo Beşa Navdewletî:
– Baştirîn Filmê Kurt ê Anîmasyon yê Navdewletî: Ev xelat ji bo anîmasyonê kurt e ku di asteke pêşketî de dahênankirî ye.
– Baştirîn Filmê Kurt yê Dokumentarî yê Navdewletî: Ev xelat ji bo wî filmî ye ku behsa çîrokeke nû bi awayekî bi bandor dike.
– Baştirîn Filmê Kurt ê Navdewletî: Ev xelat ji bo wî kurtefilmî ye ku nirxê wî yê sînemayî û hunerî di asteke bilind de ye û dahênan tê de hatibe kirin.
– Baştirîn Derhênera Kurd:
Ev xelat ji bo wê jina sînemakar a behremend e ku bi awayekî çalak di warê dahênanê de dixebite û bi awayekî berçav di filmsaziyê de beşdar e.
– Baştirîn Filmê Kurt ê Anîmasyon ê Kurdî: Ev xelat ji bo wî kurte anîmasyonê ku girîngiyê bi kultûr û civaka kurdî dide û di form û naveroka xwe de, dahênaneke sînemayî kiriye.
– Baştirîn Filmê Kurt ê Dokumentarî yê Kurdî: Baştirîn filmê dokumentarî ye ku behsa babeteke kûr û watedar bi formeke dahênerane dike û pîvanên sînemayî yên hevçerx li ber çavan digire.
– Baştirîn Filmê Kurt ê Kurdî: Ev xelat rêzê li filmê kurt ê kurdî yê herî balkêş digire ku ji aliyê sînemakarên kurd ve hatiye berhemanîn û tê de dewlemendiya kultûra civaka kurdî nîşan daye.

Em hemû sînemakaran li Kurdistan û seranserê cîhanê vedixwînin da ku di festîvalê de beşdar bibin û hevrikiyê li ser van xelatên ku li serê hatine behskirin, bikin. Bê guman bidestxsitina armancên vê festîvalê weke destkeftekê ye ku huner û sînema kurdî sûdê jê bibînin.
Di Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Hewlêrê de li gel me bin, ji bo em şahiyê bikin û rêzê li wan sînemakaran bigirin ku çîrokan tînin ser ekranên mezin ên sînemayê

Recent Posts

    Recent Comments

    No comments to show.
    About Me

    Theresa Jordan

    Curabitur nec justo sit amet urna convallis viverra. Phasellus auctor id lectus vel tincidunt. Phasellus sed lorem id diam venenatis ullamcorper. Curabitur iaculis risus vitae magna eleifend, at auctor dolor ultricies. Sed rhoncus aliquam turpis, a hendrerit arcu.

    Latest Posts
    Sponsored


    Warning: Undefined array key "title-runtime" in /home/jinanu/hisfff.net/wp-content/plugins/noxe-core/widgets/title-listing.php on line 61
    New Movies & TV Shows
    Recent Comments
      Movie, TV Show, Filmmakers and Film Studio WordPress Theme.

      Press Enter / Return to begin your search or hit ESC to close

      By signing in, you agree to our terms and conditions and our privacy policy.

      New membership are not allowed.